Nivîsar

Li ser "Kurd, Kurdî, Kurdistanê" çend Koçernot

Dema ku pirsa “Kurd, Kurdî, Kurdistanê” dikeve erdê, piraniya “bira”yên min yên tirk di bin navê “biratî û wekhevî”yeke pûç de her tiştî berovajî û şêlo dikin.


Divê hin kes ji wan re wisa bêjin: Rahêjin “bira”tiya xwe û bixin qûna “wekhevî”ya xwe!

***

Hinek ji bo “welatparêziya Kurd, Kurdî û Kurdistanê” ked û xwuhdaneke mezin didin; û bi sed reng û awayan vê keda xwe jî vedişêrin.

Lê hinek jî ji “ranta welatparêzî”yê şevûroj goştê bistê dixwin û bi reklam û îlanan ve jî pesnê xwe didin!

***

Tişta min fêm kirî ev e:

Piraniya tirkan ji bo ku mafên kurdan nedin wan, dikarin bavê xwe jî bidine kuştin û dikarin vê kuştina bavê xwe jî bi dek û dolabên naskirî ve bixin stûyê kurdan.

***

Heke kurd di siyaset, huner û medyayê de rola hev “nedizin”, ez bawer dikim ku dê azadiya “Kurd, Kurdî û Kurdistanê” jî nêzîktir bibe.

***

Yên ku wekî orf û adetekê “xweşikahiya kulîlkekê” jî bi serok û şêxên xwe ve grê didin, naxwazin qet ji guherîn û veguherîna dinyayê fêm bikin.

***

Kesên ku li Kurdistanê “pir-partîtî, pir-dengîtî û pir-rengîtiyê” neparêzin, bila tu carî behsa “demokrasî, aştî û yekîtiyê” jî nekin!

***

Heke şaredariyên bakur di destê min de bûna, min ê li her bajarekî “dikana zargotina kurdî” vekira.

Di wan dikanan de min ê tovê “Kurd, Kurdî û Kurdistanê” berhev bikira. (BITIKÎNE: Dikana Zargotina Kurdî!)

***

Îdeolojiya min ya serê pêşîn ev e: Azadî ji bo Kurd, Kurdî û Kurdistanê!

***

Oto-asîmîlasyona kurdî ya veşartî wiha ye:

Li Bakur û Rojava navê her du cih û waran jî bi kurdî ye û eynî ye.

Lê camêr ji yekî re dibêje, “Serêkaniyê”; ji yê din re dibêje, “Ceylanpinar”.

Lêlê qutê nemayê!

***

Li ser “xewn û xeyal”ên xwe nanivîse/napeyîve.

Lê her dem bi mereqeke mezin ve li ser “xewn û xeyal”ên kesên din dinivîse/dipeyîve.

Loma wêje û siyaseta kurdî jî xav û rijî dertê holê, ezbenî!

***

Ji bo azadiya “Kurd, Kurdî û Kurdistanê” kurd çalakiyeke çawa jî bikin, kêfa rêveberên Dewleta Tirk jê re nayê.

Bila ji me re bêjin; gelo tenê hez ji çalakiya “teslîmbûnê” dikin?!..

 

 

Evdile Koçer

[email protected]

 

Malper: www.evdilekocer.blogspot.com

 

Facebook: www.facebook.com/evdile.kocer2

 

Twîtter: http://twitter.com/Evdile_Kocer

 

Back to top button