Li ser hizar debanceyan navbeyna wan têk çû

Li gor zaniyariyên Senterê Kurdî bo Şirovekirina Nûçeyan eşkere dike ku li ser anîna debanceyan ji dervey welat bo Silêmaniyê nexweşî ketiye navbera Kosret Resûl cîgirê yekem  û Berhem Salih cîgirê duyem yên Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê.

Senterê kurdî bo şirovekirina nûçeyan  dibêje ku çend roj berê Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNKê  xwestiye bi rêya firokexaneya Silêmaniyê 1000 devançeyan bîne Silêmaniyê, lê bi fermana Berhem Salih cîgirê duyem yê sekreterê YNKê li firokexaneyê dest danaya ser wan hezar debanceyên Kosret Resûl î.

Her li gor senterê kurdî bo şirovekirina nûçeyan, piştî Kosret Resûl zanî ku bi fermana Salih debanceyên wî li firokexanyê hatîne girin, fewceke taybet ya zêrevanên xwe hinart ser firokexanyê, lê piştî ku zanî Berhem Salih li ser destbiserdagirtina debanceyan de bi îsrar e, hêzên Kosret Resûl paşde vegeryan.

Piştî serokatiya YNKê zanî ku nexweşî ketiye navbera her du cîgirên Talebanî, Salih û Resûl, serokatiya YNK bi herduyan re civiya û mesele çareser kir.
 Şrovekarên senterê kurdî bo şirovekirina nûçeyan wê yekê jî eşkere dikin ku li ser cigrtina postê Talebanî sekreterê YNKê kêşyeke mezin di navera her du serkirdeyên YNKê de heye û dibe ku piştî mirina Talebanî ew nakokiye kûrtir bibin.

 Ji bo Berhem Salih jî ew yek zelal bûye ku zêdetr endamêm polîtbûroya YNKê dixazin ku ew weke serokê hikûmetê nemîne ji yên Partiyê.

Nerîna min :