Nivîsar

Bîranîna Mehmet Uzun

 

Di wêjeya Kurdî de ciyekî Mehmed Uzun teybetî heye. Dayîn û standina min cara yekemîn bi Mehmed Uzun re wusa pêkhatî bû. Ez navnîşana helbestvanekî bi navê M. Ferzênd Baran digeriyam. Di kovara Hêvî de, ez rastî wî navî hatî bûm. Min ji berpirsiyarê kovarê birêz Kendal Nezan navnîşana wî xwestî.

Wî jî navnîşana wî ya li Swêdê ji min re, rê kirî bû. Dema name min li ser navnîşana wî rêkir, min dît ku, “Ferzênd Baran” dibêje: “Ez Mehmed Uzun im! Lê bi wî navî min ew helbesta weşand.” Bi rêyek wusa cara yekem min mamoste naskir.

Wê demê min li ser şaîrên Kurd yên sedsalê bîstan kar dikir. Wî di nameya xwe ji min re hinardî de behsa sûd wergirtina pirtûka min dikir. Lê di nameya ji min re hinardî de, wî diyar dikir û digot: “Zor spas! Ez ne helbestvanim! Ez roman nivîskar im.” Wî bi xwe nexwest ku di çapa antolojiya helbestvanan ya nû de cih bigir. Ez jî li ser gotina wî mam. Bes ew nameyên  me ji hev û du re hinardin, ewna di arşîva helbestvanên Kurd de,  bi destnivîsên Mehmed Uzun diyarî man.

Gelo Mehmed Uzun kî bû û çi kar kirin? Ji bo çi ewqas ji Kurdan re ew girîng e? Çend gotinan dixwazim di vê derbarê de, ji bo xwendevanan binivisînim. Mehmed Uzun li sala 1953 an li li Bakurê welat, li bajarê Siwêrekê hatiye dinê. Wî di nav mercên dijwar de xwedina xwe qedandiye. Ji ber xebata wî ya rêzanî, ew çend caran ji alîyê desthelatên Tirk ve hatiye zîndankirin.

Di havîna sala 1977 an de, ew neçar dibe ku ji welatê xwe derkeve û biçe welatên Ewrûpa. Li çend welatan digere û di dawî de diçe li Swêdê cihwar dibe. 

Dewleta Swêdê jê re gelek derfetan çê dike. Ji wî re rêya nivîsandin û lêkolînên vedibe û hêsantir dibe. Ew dibe endamê PENê û dibe endamê Yekîtîya Nivîskarên Swêdê. Li sala 2001 an wî xelata Torgny Segerstedt wergirtiye.

 Ew di dawî de li sala 2005 an dîsa vedigere Tirkîyê û li Stenbolê dimîne. Di nav wan deman de, ew tûşî nesaxiya giran ya şêrpenceyê dibe.

Mehmed Uzun gelek karên lêkolîn û romanên nûjen nivîsandin şunda, di 11ê cotmehê sala 2007 an, di saed dora 11.00 an de, li bajarê Amedê ji ber ew nexweşiya bê çare, ew diçe ser heqiya xwe. Mehmed Uzun bi karên xwe yên hêja ew her dijît! Bila rahma Xwedê lê be! Bi xizmetên xwe, ew  di dilê Kurdan de heta bi hetayê bijît…

Ji helbesta wî ya dirêj, ez çend hevokan pêşkeşî xwendevanan dikim:


Te Difikirim

Kuro, lawocan

Hêviya welêt, rûkenê Kurdistan

Diljariya kalikê xwe bixwîne

Dema kalikê te, di salê bavê te

Bavê te, di salê te de bû

Hingê kalikê te wisa dinivîsî:

“Dewsa avê xwîn rewan e,
    birc û seran tev xirab
Jar û pejmirde dinalin,
    tev ku em pergende ne.”

Lawocan qurban

Ji wê rojê pêve tu tişt nehuherî

Dîsa di her hatin û çûyîna hechecikan de

Davên ser welatê me

Dîsa jar û pejmirde dinalin

Dîsa xwîn rewan e

Welato…

Ji te dûr, di kêleka zeryayek xweş de

Te

Û zeryayên dilê te difikirim!..  

 

 11 Cotmeh/2011

 A. BALÎ

Back to top button