Endamekê Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de got ku eger rast be ku Celal Talebanî serokomarê Îraqê ji bo Ayîşa keça Muemer Qezafî li cîyekî aram û selamt digire, ew karê Taebanî kerekî tirsinak e.
Hakim Zamlî parlamenterê tevgera Sedir li parlamentoya Îraqê ji Sumernews ra got:
– Lêgerhana Celal Talebanî li cîyekê aram bo malbaya Qezafî karekî tirsinak e û gelê Îraqê jî rê ji karekî wusa re nake.
– Eger rat be ku Talebanî karekê wusa kiriye divê parlametoya Îraqê lêpirsînê bi serokomar Talebanî re bike.
Parlamenterê Tevgera Sedir di berdewamiyadaxuyaniya xwe de got ku Qezafî tawanbar û diktator bû û bi hezaran kes kuştine.
Li gor Zamlî ew karê Talebanî dê tesîreke xerab li ser têkeliyên Îraqê digel Civata Niştimnaiya Lîbiyayê re bike û ev jî di demekê de ku Îraqê dixebite daku têkeliyên xwe bi cîran û welatên erebî re xweş bike.
Hakim Zamlî got:
Eger rastî û dirustiya wê nûçeyî îspat bû, hîngê divê lêpirsîn bi Talebanî re bê kirin.
Nûçeya peywendîdar:
Çend çavkaniyên ne fermî eşkere dikin ku Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, ji bona ku Ayîşa keça Muemer Qezafî ku, nuha digel çend endamên malbata xwe li welatê Cezayîrê weke penaber dijîn, derbsî cîyekê selamet bike li rêyekê digere.
Çavkaniyeke haydar ji malpera NRT re eşkere kir ku Celal talenabî sekreterê giştiyê Ykêtiya NUştimaniya Kurdistanê demeke daku Ayîşa keça Qezafî serokê Lîbiyayê yê berê, ji Cezayîrê derbasî cîyekî selamet bike li rêyekê digere.
Wê çavkaniyê got ku Talebanî vê hewildanê dike weke wefayek beramber hemû wê hevkarîya di warê alîkariyên darayî û çekdarkirina şoreşê ku Qezafî pêşkeşî bizava rizgarîxwaza kurd kirne û helwestên Qezafî li ser mafê çarenivîsê gelê kurd e.