Çûn Qendîl ne çûn Qendîl
Piştî heyeteke bala ya bakûrê Kurdistanê gihiştîne herêma Kurdistanê li Dukanê digel Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê civiyan. Li gor hindek çavkaniyan beriya heyeta bakûrê Kurdistanê vegere Tirkiyeyê dê biçin Qendîlê û dê digel berprsên PKK jî bicivin.
Roja 8ê vê mehê heyeteka bala ji bakûrê Kurdistanê ku ji hevserokên BDP-ê Selahedîn Demîrtaş û Gûlten Kişanak û hevserokên KCD-ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk pêk hat bû, gihişte Hewlêrê û li havîbgeha Dukanê digel Talebanî civiya.
Vê heyetê beriya serdan aherêma Kurdistanê bikin li Stenbulê digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê jî civiya bûn. Tê çaverê kirin ku ev heyet beriya vegere Tirkiyeyê serdana Qendîlê jî bikin û digel berprisên bala yên PKK-ê bicivin.
Lê duhî carele din şandeya navborî li Dukanê digel serokomarê Îraqê civiyan û piştî civînê Ehmed Turk di daxuyaniyekê de ji mediyayê re got ku ew nûçeyên hatine belavkiirn ku qaşo em dê serdana Qendîlê bikin nerastin. Turk got ku ew dê veherin Hewlêrê û ji firokexaneya Hewlêrê ber bi Tirkiyeyê ve biçin û ew naçine Qendîlî.