Cîgirê Serokê Opozisyona Sûriyê Ebdulbasit Hemo beşdarî di bernameyek ta kanala Rûdawê de kir û da xûyakirin ku, niha li Sûriyê milmilaneya Rûsya û Îranê destpê kiriye. Hemo dibêje ku, xilaskirina DAÎŞê li Rojhilatê Sûriyê bû sedem, ku petrol ji ser Şamê qut bibe.
Cîgirê Serokê ÎItilafa Opozisyona Sûriyê Ebdulbasit Hemo ku di heman demê de yek ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyê, Supaya Pasdaran a Îranê û çekdarên Hizbullaha Lubnanî, li dijî xelkê Sûriyê bikar tîne, da ku desthilatdariya xwe biparêze.
Ebdulbasit Hemo ev yek jî anî ziman, ku piştî tunekirina DAIŞê li Rojhilatê Sûriyê, neft ji ser navçeyên di bin kontrola hikûmetê de qut bû, û ev yek bû sedem, ku krîza sotemeniyê derkeve û got, ku ev jî nîşana wê yekê ye, ku bazirganî û têkiliyeke xurt di navbera DAIŞê û hikûmeta Sûriyê de hebû.
Hemo diyar kir: “Piştî têkçûna DAIŞê û piştî ku teror li rojhilatê Feratê nema û piştre rejîma Beşar Esed hêzên çekdar bi alîkariya Rûsyayê ji başûrê Sûriyê dûr xistin, îro nakokiyên gelek mezin di navbera Rûsya û Îranê de çêbûn.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: