Dosya

Li Şamê 27 kes rêz kirin û dane ber guleyan

 

Konseya Şoreşa Giştî a Suriyê (SRGC), îfade kiriye ku, li paytexta Suriyê li Şamê, li şara Yelda, hêzên ewlekariya dewleta Suriyê, 27 kes li qadeke ber çavan kom kirine, rêz kirine û bi gule barandinê ew kesana înfaz kirine. Di derdewamiya îfadekirinê de hat gotin ku şara Yelda di bin agirê avêtinên topan de maye.

Konsey diyar dike ku, li Yeldayê di operasyonên ku tên lidarxistin de û serdegirtinên malan de, hêzên rejîmê mal şewitandine û talan kirine. Di operasyonan de zêdetirî sed kes birîndar bûye. 

Li gorî nûçeya ajansa Anatolya (AA), Konseyê ev bûyerana komkujî hesibandine û tê endîşekirin ku hejmara mirinan zêde bibe. 

Li Suriyê nêzika du salane ku şerekî navxweyî heye. Di vî şerîde her roj bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Hin çavkanî diyar dikin ku heta niha li Suriyê zêdetirî 20 hezar kesî jiyana xwe wenda kiriye.  

 

Back to top button