Civak

Li sala nû da bi hêviya wê yekê ku aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me da bi hêztir bibe

Bi minasebeta hatina sala nû serok Barzani peyamek ji bo raya giştî ragihand. Barzani di peyama xwe de dibêje: Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku li salên derbasbûyî de bi qurbanîdan û berevaniya li beranber gef û teror û abluqeyê da rawestan û dengê xwe yê rewa û aştîxwazane bi hemû cîhanê gihandin û li ser plan û hezên neyaran da jî serketin.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdarim sala nû ji bo baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û zêdetir pêşketina gelê me, destpêka qonaxekî nû bê.

Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku li salên derbasbûyî de bi qurbanîdan û berevaniya li beranber gef û teror û abluqeyê da rawestan û dengê xwe yê rewa û aştîxwazane bi hemû cîhanê gihandin û li ser plan û hezên neyaran da jî serketin.

Niha gelê me li qonaxekî nû daye û pêwîstî bi parastina destkeftan û bihêzbûn û geşbûnê ye, ew jî ji bo gihîştina armancên bilind û wan bihayên bilindên ku gelê me dehan sale bi wê navê da xebatê kiriye û qurbaniyê daye. Li meha eylûla derbasbûyî da jî gelê Kurdistanê li mumareseyekî demokratiyane da daxwaza xwe ji bo guhertin û Kurdistanekî bihêz dûpatkir û pêwîste ew xwest û baweriya gel li çarçêweya hikûmetekî çalak û bi hêz da bê bi cîhkirin.

Bi dirêjahiya xebata xwe ya gelê Kurdistanê de herdem alîgirê rêkarên aştiyane û diyalogê bûye û niha jî ewe dûpat dikîn ku ji bo çareserkirina kêşe û giriftên me yên li gel Bexda bijardeya diyalog û hevdû têgihiştinê li ber digrîn.

Li vir da bi derfet dizanim ku di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye dilgiraniya xwe rabigihînim, hêvîdarim pêşhatên Sûriye û ew guhertinên li wir da li holê dane nebin sedema êş û koçberbûna zêdetirê gelê Kurd li Sûriye. Bi piştrastiyê ve hebûna tundutîjî û înkarkirin, wan kêşeyên ku niha heye gelek kûrtir dike.

Pêwîste hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku navçeya me êdî nikare berevaniya wan hemû kêşe û tundutîjî û teror û tundî û nearamiyê bike û erkê civaka navdewletiye ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê tixûb û sînorek ji bo wan nearamî xwestinê deyne û êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin û neyên êşandin.

Li sala nû da bi hêviya wê yekê ku aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me da bi hêztir bibê û hêviya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî
31.12.2018

Back to top button