Li S. Erebistanê di salekê de 170 kes hatin şeniqandin

Ajansa Peyamên Firansî AFP ragihand ku li Erebistana Sûûdî sala borî (2023) 170 kes hatine şeniqandin û ev jî li gor sala 2022an, ku 147 kes hatibûn şeniqandin, zêdetir e.
Frans Press dibêje li gor datayên fermî yên ku bidest wan ketine, roja Yekşema borî Erebistana Sûûdî cezayê darvekirinê daye 4 welatiyên Sûûdî ku bi tawana kujtinê hatine tawanbarkirin.
Bi darvekirina wan çar kesan, di sala 2023an de hejmar kesên ku hatine şeniqandin gihişt 170 î, ji wan 33 kes bi dosyayên girêdayî terorê û du leşker jî bi tawana xiyanetê.
Li gor AFP, di sala 2022an de 147 kes hatin îdam kirin û ji wan 81 kes di rojekê de hatibûn îdam kirin, ev jî bûbû sedema nerazîbûnên navnetewî.
Li gor raporek Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) şeniqandin di sala borî de li Îran û Erebistana Sûûdî bi awayekî berbiçav zêde bûne. Tenê sala borî wan herdu welatan zêdetirî 500 kesî şeniqandine.