Li Rojhilatê Kurdistanê 7 jin dawiyê li jiyana xwe anîn

Li vê heftiya derbasbûyî de 7 jinan li bajarên Sine, Mêhran, Sunqur, Seqiz û Nexede ji ber kêşeyên malbatî û aborî dawiyê li jiyana xwe anîn.
Rêxistina Hengaw ya ji bo Mafên Mirov belav kir ku doh jineke temen 25 salî xelkê Sine ya bi navê ”Sarîna Xefûrî“ ji ber kêşeyên malbatî xwe helawetiye. Ew jin berî demekê ji hevjînê xwe cûda bûye û dayika zarokek jî buye.
Her wiha heman roj jineke temen 26 salî ya xelkê Nexede bi navê ”Menîc Qadirî“ ji ber kêşeyên malbatî xwe helawestiye û dawiyê li jiyana xwe aniye.
Ji aliyeke din ve roja pênçşem 23.4.2020 jineka temen 30 salî ya xelkê bajarê Mêhran ya ser bi parêzgeha Îlam bi navê ”Sîmîn Secadî“ ji ber hejarî û kêşeyên malê li rêya xwarina heban ve xwe kuştibû û ew jî dayika dû zarokan bu.
Rêxistina Hengaw berî jî nûçeya xwekuştina çar jinên din yên bi navên Derya Mihemedî, Nigîn Emînî, Şerîfe Mistefapûr û Efsane Rehîmî ji bajarên Sine, Sunqur û Seqiz belav kiribû.