Cîhan

Amerîka hêzên zêdetir dişîne Iraqê

Li gor çend çavkaniyeke serbazî ji artêşa Amerîka, havîna bê heta şeş yan 13 mehan Washington hêzên zêdetir li Rojhilata Navîn belav dike.

Her wiha eve jî hatiye eşkere kirin ku hêzekî şerker li lîwaya 2 ya Firqey 82 li Fort Brag ya li Wîlayeta North Karolina ji bo Iraqê tê şandin. Her wiha lîwaya çarê piştevaniyê jî li navçeya For Karson ji Kolorado ve dişînin Efxanîstanê. Her wiha hêzekî din jî li Kuweytê tê cêgîr kirin.

Lê belê Artêşa Amerîka şandina wan hêzan bi plana guhertina serbazan bi nav kiriye.

Back to top button