Cîhan

Îran komkujiya sêdaredana Kurdan de berdewame

Îran hukma sêdarêdanê li ser dû ciwanên Kurdên xelkê Bane li girtîxaneya navendiya bajarê Sineyê bi cîhkir. Li van sê rojên derbasbûyî de 4 welatiyên Kurd li wê girtîgehê sêdare daye.

Li gor rapora Rêxistina Mafê Mirovî Hengaw, berî sibehiya roja înê 24.04.2020 dû welatiyên xelkê Bane li girtîxaneya navendî ya bajarê Sine hatin sêdaredan.

Ew dû welatiyên Kurdên bi navên ”Abdulwahîd Feyzî“ û ”Ramyar Muxlîs“ ji aliyê Dadgeha Tawanên 1 ê bajarê Sine bi tometa kuştina enqest hukma sêdaredanê li ser wan da hatibû sepandin.

Ramyar Muxlîs temen 28 salî bû û berî pênç salan bi tometa kuştina kesekî dinê bi navê ”Hêmin Merûf“ hatibû desteser kirin û Abdulwahîd Feyzî jî bi tometa kuştina kesek bi navê ”Efşîn“ hatibû desteser kirin.

Li heftiya derbasbûyî de 6 welatiyên Kurdê xelkê bajarên Seqiz, Bane, Dêwilan û Şabad li girtîxaneyên Seqiz, Sine û Kirmaşan hatine sêdaredan û hukma sêdaredana 3 kesan jî hatiye paşxistin.

Back to top button