Li Rojhilatê Kurdistanê 280 kesan canê xwe ji destda

Îro 28.03.2020 hejmara wan kesên ku li Rojhilatê Kurdistanê ji ber Korona ve canê xwe ji dest dane gihîşt 280 kesan.
Li gor amarên Hengaw ya 24 demjimêrên derbasbûyî de 28 welatiyên din li bajarên Dîwandere (3halet), Seqiz (6 halet), Kamyaran (١ halet), Qurwe (1halet), Dereşar (2halet), Eywanî Rojawa (2halet), Bedre (1halet), Îlam (1halet), Kirmaşan (2halet), Sunqur (2halet), Serpêlî Zehaw (1halet), Mehabad (1halet), Şino (1halet), Tîkab (1halet) û Urmiyê (2halet) ji ber tûşbûna şewba Korona Kovid-19 canê xwe ji dest dane ku 8 kes ji wan li bajarên Seqiz (2halet), Dîwandere, Qurwe, Îlam, Sunqur (2halet) û Tîkab jin bûn.
ji ber nebûna sîstemekî ragihandina fermî û bawerpêkirî, Rêxistina Mafê Mirovê Hengaw bi erkê zaniye ku bi wergirtina zanyarî ji çavkaniyên bawerpêkirî hejmara qurbaniyên tuşbûyê şewba Korona li Rojhilatê Kurdistanê bi awayeke rojane belav bike.
li gor amarên tomarkirî ya li navenda amara Rêxistina Mafê Mirova Hengaw, herî kêm 280 welatiyên Kurd ji ber tûşbûna şewba Korona canê xwe ji dest dane ku 90 kes ji wan jin û 190 kes ji wan mêr bûn.
Li gor parêzgehan
Îlam: 44 kes (15 jin û 29 mêr)
Kirmaşan: 64 kes (22 jin û 42 mêr)
Sine: 102 kes (31 jin û 71 mêr)
Urmiyê: 70 kes (23 jin û 47 mêr)