CivakPolîtîk

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 pêşmerge şehid bûn

Di encama şerê di navbera hêza pêşmergeyên Hizba Demokrat û Spaha terorîstî ya Pasdaran li devera Pîranşehrê de çendîn pasdar hatin kuştin û birîndarkirin û mixabin li wê pevçûnê de 2 pêşmergeyên canfîda yê gel jî tevlî karwanê sorxelat ê şehîdan bûn.Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, şeva Şemî li ser Yekşemî, 7`ê Tebaxa 2017`an, demjimêr 11`ê şevê, tîmek ji hêza pêşmergeyên navbajêr ên ser bi Hêza Pêşmergeyên Hizba Demokrat li dema encamdana me`imûriyetek hizbî li devera Pîranşehrê de ketne boseya çekdarên Spaha Pasdaran a Terorîstî û kirêgirtiyên wê de, û li encamp de şer û pevçûn derket.Di wê pevçûnê de, derbek giran ji dujminên azadiyê ket û li gor nûçeya gihîştî 4 terorîstên ser bi Spaha Pasdaran hatin kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne. Herweha mixabin di wê pevçûnê de du pêşmergeyên fîdakar û dilsoz ên Hizba Demokrat bi navên Ye`iqûb Muradî û Hêmin Mewlannijad şehîd bûn û doma rê û rêbaza xwe bi hevalên xwe li nav Hizba Demokrat de spartin.Şehîd Ye`iqûb Muradî:Yeqûnb Muradî, kurê Ehmed li sala 1363`an li gundê Tepebor ya ser bi devera Hevşarê di malbatek hejar de ji dayîk bibû.Şehîd Ye`iqûb bi sedema hejarî û destkurtiya malbata xwe û xirabiya warê jiyan û bijîvê, tenê qonaxa destpêkî ya xwendinê qedandiye, û nekariye zêdetir xwendina xwe bidomîne.Şehîd Ye`iqûb bi hestkirin bi bindestî û çilmisandina neteweya xwe, hesta welatparêziyê han dide ku bibe bi pêşmerge. Ye`iqûb li buhara sala 1381`an de tevlî refên pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û her di wê salê de li dewreya 141 ya destpêkî ya pêşmerge de beşdar dibe û dewreya xwe bi serkevtiyane bidawî dike. Piştî bidawîhatina dewreyê wekî pêşmergeyekî şehreza di karûbarên fenî de, li Komîsyona Malî de hatibû rêxistinkirin. Şehîd Ye`iqûb li midehê 15 sal karkirinê de, du caran bi bi awayê nivîskî û çend caran jî bi metodên cur bi cur hatiye xelatkirin. Di wê midehê de çendîn erkên mezin li Komîsyona Malî- Xedematî de li stû bûne ku li hemûyan de serkevtî bûye, û sala 1392`an bi sedema jêhatî û lêzanînê ve, pileya kadroyê fenî li Komîsyona Malî- Xedematî de pê hatibû dayîn.Şehîd Ye`iqûb Muradî li Hawîna sala 1395`an li pêvajoya xebata nû ya partiya xwe de “Rasan“ du caran bi pêşmergeyên Navenda 2 ya Kurdistanê re li me`imûriyetek hêza pêşmerge di dewerê de beşdarî dike, û rolek baş û erênî tê de lîstiye.Di berwara 14`ê Gelawêja îsal de hevrê ligel hejmarek ji pêşmergeyan ku ji bo me`imûriyetek hizbê çûbûne dewera Pîranşehrê, mixabin di wê me`imûriyetê de li cihek bi navê “Serê Hewarî Şêxe“ ketin boseya hêzên dujmin û hevrê ligel pêşmergeyekî din bi navê Hêmin Mewlannijad bi destê dujmin şehîd ketin.Şehîd Hêmin MewlannijadHêmin Mewlannijad kurê Usman, sala 1373`an li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Xwendina destpêkî, navendî û paşnavendî li bajarê Mehabadê de qedandiye, piştre wekî xwendekar li beşa mê`imarî li zanîngeha Azad ya bajarê Mehabadê de xwendina xwe domandiye.Ji ber wê ku bavê Hêmin endamê Hizba Demokrat bûye û li ser Hizba Demokrat jî du salan di girtîgehên rejîmê de bûye, bi neçarî jiyana Rojhilatê Kurdistanê diterikînin û di sala 1393`an de, li bajarokê Qeladizê de akincî dibin. Hêmin sala 1394`an tevlî refên pêşmergeyên Hizba Demokrat bûye û beşdarê dewreya 216 ya destpêkî ya pêşmerge kiriye, û serkevtiyane bi dawî kiriye.Li payîza sala 1394`an de wekî pêşmerge li Hêza Taybet de hat rêxistinkirin, û li midehê pêşmergatiya xwe de çendîn erkên wekî ajotvanî, tadarukata Hêza taybet û serpelê pêşmergeyên Hêza taybet li stû bûne. Li me`imûriyeta hêza Pêşmergeyên Navenda 2 li Havîna sala 1395`an di dewerê de beşdarî kiriye û rolek berbiçav jî hebûye.Dawîn me`imûriyeta şehîd Hêmin, havîna sala 1396`an bû ku li berwara 14`ê Gelawêja îsal (1396) de hevrê li gel hejmarek ji pêşmergeyan çûne dewera Pîranşehrê û mixabin li wê me`imûriyetê de li cihek bi navê “Serê Hewarî Şêxe“ hevrê digel Yeqûb Muradî bi destê hêzên terorîstî ên rejîmê şehîd ketin. Kurdistanmedia

Back to top button