Li rojevayê Kurdistanê 3 girtiyên siyasî hatin berdan
Piştî 6 mehan ji girtinê, 3 endamên partiyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) de, ji girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hatin berdan.
Li gorî zanyariyên K24ê re, rojnamevan û endamê PDK-Sê Ehmed Sofî, endamê Partiya Gel a Kurdistanê – Sûriye Husam Dorsen û endamê Encûmena xwecihî ya Girkê Legê yê ENKSê Merwan Liyanî îro 14ê Cotmehê ji girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hatin berdan.
Ehmed Sofî roja 2ê Nîsanê li Dêrikê, Husam Dorsen roja 1ê Nîsanê li Dêrikê û Merwan Liyanî 1ê Nîsana 2024an li Girkê Legê hatibûn revandin.
Li gorî ENKSê, hîna her yek ji rojnamevan û endamê PDK-Sê Rakan Ehmed, endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî Fethî Serhan Gedo û Remezan Mehmûd Hacî ku bavê 2 Pêşmergeyan e di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne û daxwaza serbestberdana wan dike.
Li ser dirêjahiya salên desthelata Rêveberiya Xweser, bi dehan endam û alîgirên ENKSê û partiyên di nava wê hatine revandin û girtin, ofîs û baregehên wan hatine şewitandin û çalakiyên wan hatine qedexekirin. Berpirsên ENKSê jî, PYDê ji van hemû binpêkirinan berpirsyar dibîne.