Civak

Li Rojawayê Kurdistanê 2 ciwanên kurd hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên nûçeyên li Rojawayê Kurdistanê de, îro dû ciwanên kurd ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyeyê ve hatin koştin.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, di destpêkê de wênegirekî ciwan yê Bajarê Derbesiyê di dema ku, dixwest wêneyan bigire ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyeyê ve hatiye refandin û pişt re jî hatiye koştin.

Di dema refandina ciwanê Kurd de çend ciwanên din yên Kurd bi mebesta rizgar kirina wênegirê ciwan yê Kurd dest bi şopandina hêzên ewlekarî kirine lê ketine pisûya hêzên ewlekarî û di encam de ciwaneke din yê Kurd canê xwe ji dest daye.(KTV)

Back to top button