Polîtîk

Ji bo encumena kurdî mafê gelê kurd bingehe

Şevîdin Kamîran Haco endamê rêvebiriya Encumenê Niştimaniya Kurd li Suriye, beşdarî bernameyek ya kanala televizyona El Cezîre bû. Li gel Kamiran Haco hinek berpirsên opozisyona Suriye û pisporên zanistî jî di bernameyê de ama de bûn.

Kamiran Haco da xuyakirin ku, ew wek kurd dixwazin li gel opozisyona suriye  hevkariyê bikin û giringiya yekitiya opozisyonê anî ziman. Herweha da xuyakirin ku ew wek Encumena kurd amadene ku tevlî Encumena Niştimaniya surî bibin. Lê ew doza mafên rewa yên kurd dikin û divê encumena suri jî daxwazên rewa yên kurda qebul bikin. Eger ev yek nebê kurd nikarin tevlî encumenê Suriye bibin.

Herweha di derbarê civîna Stanbulê de jî Haco da xuyakirin ku, eger di civînekî de tu mafên te tunebê û daxuyaniya civînê de behsa mafên gelê te neyê kirin  ev tê wêwateyêku di civînê de cihê te tuneye. Ji bo kurdan armanc ewe ku mafên wan yên neteweyî yê rewa bê parastin.

Hoaco got ku, em nikarin wan kesan re hevkariyê bikin yên ku bi tu awayî daxwazên kurdan qebul nekin. Kurd amadene ku bi xwe mafê xwe biparêzin û tekoşîna xwe berdewam bikin.

Back to top button