Li rojavayê Kurdistanê gavên erênî

Eve demeke di ji bo hevkariyek di navbera ENKS û PYDê de pêk werê fermandarê HSDê Mazlum Ebdî rolek berbişav dileyze. Ebdî çend civîn li gel berpirsên ENKSê kirine û ev civîn erênî derbas bûne.

ENKS daxwaza vekirina ofîsên xwe li rojavayê Kurdistanê kirîbû .Ji aliyek din ve ENKS daxwaza azad kirina girtiya û aghdari di derbarê girtiyên windabûyî de xwestibû. HSDê di vê derbarê de gav avêt û daxûyaniyek di derbarê girtiyan de belav kir. Li ser van bûyeran ENKSê ofisên xwe vkirin. Mazlum Ebdî ji bo vê yekê spasiya ENKS kir.

Berpirsê komiteya pêwendiyên derve Kamîran Haco di bernameyekî de behsa vê pêvajoyê kir.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Dervê ya ENKSê Kamîran Haco: Dê hindek mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de hebin #Rojava #ENKS #NûrojîDostan

Serokê Komîteya Pêwendiyên Dervê ya ENKSê Kamîran Haco: Dê hindek mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de hebin #Rojava #ENKS #NûrojîDostan

Gepostet von Rudaw Kurmanci am Dienstag, 4. Februar 2020

Herweha; Rêveberê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mistefa Balî ragihand, “wek biryar û wek prensîp HSD wiha dibîne, ku mirov her çi qas ji bo birayê xwe yê Kurd tenazulê bike, ji tenazula ji bo dijmin baştir e” û da xuyakirin, ew pêşwazî li biryara ENKSê ya vekirina ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê dikin û got, “ew pêngavên hatine avêtin ji bo yekrêziya gelê Kurd pêwîst bûn û zemîneke baweriyê ava dikin.”

Rêveberê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mistefa Balî ji Rûdawê re ragihand, ew wek HSD ne aliyê rikeber û nakok ê bi Encûmen aNiştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yan her aliyekî din in û ew tenê aliyê garantor û destpêşxer in ji bo yekrêziya Kurdî û nêzîkkirina aliyên nakok ên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê yên wek ENKS û TEV-DEM û Hevbendiyê.

Mistefa Balî derbarê biryara ENKSê ya vekirina ofîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de ragihand, HSD pêşwazî li biryara ENKSê dike û got, “vekirina ofîsên ENKSê pêngavekî giring û pêwîst bû ji bo yekîtî û yerêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ku cihê spasî û destxweşiyê ye û zemîneke baweriyê ava dike.”

Balî amaje bi daxwazên berê yên ENKSê ji HSDê kir û got, berê ENKSê daxwaza hin pêngavan ji HSDê kiribû û di vê çarçoveyê de jî HSDê hin pêngav avêtin, lewma “ew pêngavên ku niha hatine avêtin, her çi qas kêm bin jî, lê zemîneke erênî û baweriyê ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ava dikin”. Balî got: “Hêviyên me ev in, ku hîn bi baweriyeke mezintir û bi coşeke mezintir hemû aliyên Kurd pêngavan bavêjin ber bi yekrêziya siyaseta Kurd li Rojavayê Kurdistanê.”

Rêveberê Ragihandina HSDê herwiha diyar kir, “gelek aliyên xêrnexwaz ên gelê Kurd hene”, ku naxwazin aliyên Kurd bigihin yekîtî û yekrêziyê û ji bo wê yekê hewlan didin û got, “wek biryar û wek prensîp HSD wiha dibîne, ku her çi qas mirov ji bo birayê xwe yê Kurd tenazulê bike, ji tenazula ji bo dijmin baştir e.”

Li ser rêkevtina navbera ENKSê û Itîlafa Opozisyona Sûriyê ya derbarê vegera koçberên Girê Spî û Serê Kaniyê de jî, Mistefa Balî got, “HSD pêşwazî û piştgirî li her hewlekê ji her aliyekê ve dike, ku di encama wê de koçberên Girê Spî û Serê Kaniyê bikarin cih û warên xwe, ji ber ku HSD di wê baweriyê de ye, ku ew yek dê bibe asteng li pêşiya guhertinên demografiyê ku li herêmê tên encamdan.”

Balî li ser heman mijarê dirêjî bi gotinên xwe da û got, tevî piştgiriya HSDê bo hewlên vegerandina koçberên Girê Spî û Serê Kaniyê, “lê belê li vir pirsek heye, gelo ti garantiyek heye ku ENKS bikare li wan deran ofîsên xwe veke, ku bi kêmanî ew koçberên ku dixwazin vegerin, serdana ofîsên wan bikin”. Balî ew rêkevtin û rewşa heyî ya li ser erdê wek du tiştên ciyawaz bi nav kir.

Bi gotina Balî mînaka heman rêkevtinê di dema şerê Efrînê de jî hat kirin û diyar kir, “dihat gotin ku şeş tabûrên leşkerî yên ENKSê di nava hêzên êrîşkar ên li ser Efrînê de hene û wiha berdewam kir, wê yekê li cem pirs kesên Kurd hêviyek ava kir, ku dema tabûrên Kurd li Efrînê hebin,  belke guhertinên demografîk çênebin lê piştre di praktîkê de nerast derket…, ez naxwazim ji qedrê wê rêkevtinê kêm bikim lê ji bo biraderên xwe ez dibêjim, ew koalîsyon an ew tabûrên çekdarî yên ser bi opozisyonê ve dijbereya xwe ya li gel Kurdan pir bi zelalî dibêjin û ji ber wê jî her çi qas rêkevtin hatibe kirin û rêkevtineke baş be jî, lê dema ku di praktîkê de pêk nehat, bê wate dimîne, wek hibrek li ser perekê dimîne. Ji bo vê jî em neçarin wek Kurd, wek aliyên Kurd wrin gel hev û alternatîvên me hebin. Wek mînak, bila ENKS bi koalîsyonê re rêkevtinan ava bike û û piştgirî were xwastin jî emê bikin neku em nekin, lê bila alternative me hebe. Dema ku ew rêkevtin pêknehat, alternative me çî ye wek Kurd? Dema aliyên Kurdî bi hev re bin, dê (ew yek) piştgirî be ji bo ENKSê jî, dema ku rêkevtinan bi aliyên din re dike û neçar bin ku pabendî rêkevtinên xwe bin. Ji bo wê jî em dîsan dibêjin, ji bo ku ew rêkevtin pêk were, divê aliyên Kurdî yek bin û bi hev re nexşerêyekê bo Rojavayê Kurdistanê ava bikin.”

Têkildarî operasyon û pêşveçûnên artêşa Sûriyê li Idlibê jî, Rêveberê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Rûdawê re got, “di mijara Idlibê de du aliyên leşkerî û siyasî hene, di aliyê leşkerî de du hêz hene ku di nava wan 9 salan de ti caran rêz û hurmet li hember sivîlan û zarok û jinan nîşan nedane, hêzên rejîmê ku piraniya caran bajar û bajarok bi awayekê beredayî bombebaran dikin û hêzên opozisyonê jî ku piraniya caran civak û xelkên sivîl wek mertalên sivîl bikar dianîn. Di mijara siyasî de, wiha xuya ye ku rêkevtinên 2017 û 2018 yên navbera Tirkiyê û Rûsyayê yên di çarçoveya Astana de, êdî tên pêkanîn. Her çiqas Tirkiye dengê xwe û qîrewîra xwe zêde dike û diltengiya xwe nîşan dide, lê hin rêkevtin hatine îmzekirin  û Rûs bi zimanekî zelal dibêjin, me rêkevtin îmze kirine û em niha pêk tînin. Li ser vê esasê jî ew şer rû dide.”

Derbarê bandora bûyer û rewşa li Idlibê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di jêr kontrola HSDê de jî, Mistefa Balî got, Sûriye bi giştî di nav şerelî 9 salî de ye û bûyer û rewşa herêmekî tekez bandor li herêmên din jî dike, wek mînak rewşa li Helebê yan Idlibê, bandor li Kobanî yan her cihekî din dike.

Balî destnîşan kir, ku pirsgirêkên Sûriyê bi rêbazên serbazî nayên çareserkirin û tekez kir, “her çi qas aliyek serkevtina xwe di şer de rabigihîne jî, lê belê  ew yek nayê wê wateyê ku pirsgirêk li Sûriyê çareser dibin.”

Nerîna min :