Polîtîk

Li Roboskê çewtî kirin

Wezîrê zanyarî, pişesazî û teknolojiyê Nihat Ergun, di derbarê komkujiya Roboskê de axivî û got:Li wê derê çewtiyek heye em lêpirsînê ji bo vê çewtiyê dikin. Dema encama lêpirsînê derkeve hole, çewe ku hesab ji wayên ku gotin “ min got ku qey terrorist şivanin“ hate pirsîn dive hesab yên ku dibêjin “ Min got ku qey qaçaxçî teroristin“ jî bête pirsîn.

Wezîr Nihat Ergun di bernameyek ya kanal a TGRT Haberê de amade bû, û li ser komkujiya Roboskê nirxandinek kir û got: Em di vê derbarê de wek dewlet, wek hukumet hinek gavan tavêjin. Em bi awayek din vê bûyerê dinirxînin. Li wê derê çewtiyek heye.Em lêpirsînê li ser vê çewtiya heyî dikin. Emê vê bûyerê zelal bikin, Ji bo vê jî gavên pêwist têne avêtin û wê hê jî bêne avêtin.

Ergun got: Dema lêpirsên dawî were û ew kesên div ê bûyerê de berpirsiyar wê bêne muhasebekirin.

Ev cara yekeme ku endamek yê hukumetê qebûl dike ku li Roboskê çewtiyek çêbûye.

Rojevakurd

Back to top button