Civak

Li Rihayê ji bo deynê kehrebê bide keça xwe…

Li bajarê Riha(Urfa) ya Bakurê Kurdistanê Hamet Ay ku ji ber nexweşiya xwe ya dil û hinavan nedikarî kar bike û ji sala 2001 an ve 8 hezar 137 lîreyê Tirkî deynê wî yê kehrebê kom bûbû. Ji ber Hamet Ay ê nexweş nedikarî deyn û qerzê kehrebê bide, ji aliyê dewletê ve haciz çûye ser mala wî û ji bo vê heczê li ser xwe rake biryar da ku keça xwe ya 14 salî li beranber nextê bide zewicandin.

Di dema xortaniya xwe Hamet Ay ku nekariya bo xwe sigorta çêbike nekariye malnişîn jî bibe û ji ber ku nexweşe jî tu dahateke wî tûneye. Hamet Ay berî 6 salan keça xwe ya 13 salî bi beranber nextê zewicandiye û bi wê pereyê jî deynê serekiyê kehreba xwe daye. Lê ji ber zêdebûna faîza dewleta niha jî biryar daye keça xwe Gulerê bizewicîne.

Dayik Zehra Ay jî dibêje “Mêrê min nexweşe û herdem li nav cihandeye. Ez nizanim çi bikim. Keça min ji xwendina xwe bû. Keça min a din nexweş bû. Em xurdeyan kom dikin, nan zûwa dikîn û difroşin, debara me wiha ye, ma kijan dayik naxwaza keça wê bextewer û şad bijî. Faturaya kehrebê ya deh salî bi yekcarî li ser me de hat. Ez debara mala xwe bikim yan perê kehrebê bidim çi bikim nizanim, dinya li ser serê min de rûxaye, ez nizanim çi bikim.

Back to top button