Li Qamişlo û Hesîça propagandeya Esad dikin
Ligel destpêkirina yekemîn roja kampanya propegendeya hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê, li bajarê Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê alîgirên Beşar Esed xwewpêşandanên piştgiriyê lidarxistin.
Roja 11.05.2014’ê Dadgeha Destûrî ya Bilind li Sûriyê ragehand ku her yek ji Beşar Esed, Mahir Hecar û Hessan Nûrî, ku namzetên hilbijartinên serokomariyê ne, dikarin dest bi kampanya propegendeya hilbijartinan bikin.
Li çargoşeya ewlekariyê ya navenda bajarê Qamişlo, doh bi dehan alîgirên Esed xwepêşandek lidarxistin bo mebesta pêştgirîkirina Esed di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku biryare roja 3’ê hezîranê birêve biçin.
Di sala 2014’an de ev ne yekemîn xwepêşandana alîgirên Esed e ku li bajarê Qamişlo tê kirin, tevî ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rêxistinên ser bi wê çendîn car ragehandine ku tu hêzeke berçav a rejîmê li deverên Kurdî nemaye, lê tenê di meha adara borî de 3 xwepêşandanên alîgirên Esed li bajarê Qamişlo birêve çûn û di meha nîsanê de jî xwepêşandanek bi helkefta salvegera damezrandina partiya Baasê hat kirin.
Li Meydana Serok (Meydana Reîs) li bajarê Hesekê jî zêdeyî hezar kesan xwepêşandanek bo pêşandana piştgiriyê ji Esed re lidarxistin. Her du xwepêşandan bi sologanên piştgiriyê, alên Sûriyê, wêneyên Esed û alên partiya Baasê birêve çûn, herwiha ji aliyê hêzên ewlekariyê yê rejîmê û Hêzên Bergiriya Niştimanî, ên ser bi MIhemed Faris ve ku ew jî alîgirê rejîmê ye, dihatin parastin.
Di demekê de xwepêşandanên ku ji aliyê rêxistin û partiyên Kurdî ve li Rojavayê Kurdistanê tên kirin ji aliyê asayişa PYD’ê ve tên qedexekirin, bi hênceta ku wan partî û rêxistinan mohleta lidarxistina xwepêşandanê ji asayişê wernegirtine.
Bas