Civak

Li Pirsusê teqinek xwe kujî

Rêxistina terorist a DAÎŞ li Pirus a Bakurê Kurdistanê di nava koma ciwana de teqînek xwe kujî pêkanî… Li Surucê(Pirsus) dmjimêr 11.30 ê de teqînek xwekujiyê çêbû. Di encama teqînê de nêzikî 100 kesî jiyana xwe ji dest daye û bi sedan jî birîndarin.Lê gora rayadarên dewletê didin xuyakirin heta niha hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dayin 28 e. Herweha 100 kes jî birîndarin. Teqîna xwekujî li ber avahiya nawenda çandî ya Amara pêkhat.Ji bo ji nûve avakirina Kobanê bi sedan ciwan li ber avahiya nawenda çandî ya Amara kom bibûn û daxuyaniyek radigahandin.Xwekujekî di nava koma ciwanan d xwe teqand. Tê gotin ku teqîn ji aliyê DAÎŞê ve hatiye kirin. Ihtimala ku hêjmara kuştiyan zehftir bibe heye.

Back to top button