Balefirek ya rêwiyan li pakistanê ket. Li gora ajansa Associated Press ragihandî li Pakistanê nêzikî bajarê Îslamabad balefir li çiyayê Margalla da û ket. Di balefirê de 146 rêwî û 6 karmend hebûn. Li gora daxûyaniya wezîrê navxwe yê Pakistanê li cihê balefir ketî 5 birîndar dîtine û ew rakirne nexweşxanê.\nHêjî sedemê ketina balefirê bi temamî ne diyare, lê tê gotin ku, rewşa hewayê ne baş bû.Dema balefirê xwest ku dakeve balefirxaneya Îslamabat ketiye.