CîhanRojev

Li Norwecê du Kurd bûn parlementer…

Hilbijartinên perlemana Nerwîc beriya du rojan dest pê kiribûn û duh jî dengdan li seranserî welêt hatin encamdan û encamên wê hatin belavkirin.

Di rikaberiya perlemanê de 8 Kurdan ji 3 partiyên cuda xwe ji bo hilbijartinên perlemena Nerwîc berbijêr kiribûn û du ji wan bi ser ketin.

Yek ji wan berbijêrên serkeftî Manî Huseynî yê ku berbijêrê Endamê Partiya Karker a Nerwîcî ye ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, û ya din jî berbijêra partiya Komînîst a Sor Seher Aydar e ya ku bi ji Bakurê Kurdistanê ye. 

*Bihêzkirna peywendiyan

Manî Huseynî ji Welat TV re got, armanca partiya wî peydakirna kar e û diyar kir, Kurd li Nerwîc gelekî serkeftî ne, û ew weke perlemanter dê li ser bihêzkirna peywendyên Nerwîc û Kurdistanê kar bike.  

Huseynî, da zanîn ku serok Mesûd Barzanî sembola Kurdan e û ew kurdbûn û doza xwe ji bîr nake û ew ê kar li ser bike.

Manî Huseynî duyemîn car e dibe perlemanter li welatê Nerwîc. 

Back to top button