PolîtîkRojev

Li Necef rewşa siyasiya Iraqê guftûgo kirin

Roja 31.01.2022 bi destpêşxeriyeke cenabê Serok Mesûd Barzanî, şandeke bilinda siyasî ku ji birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partî(PDK), Mihemed Elhelbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û Xemîs Elxencer Serokê Hevpeymaniya Elsiyade pêkhatibû, serdana Necefê kirin û li gel birêz Seyîd Muqteda Elsedir Rêberê Tevgera Sadir civiyan.

Li civînê de rewşa siyasiya welat û hewl û hengavên paşerojê ya proseya siyasî û kêşe û giriftên ber wê guftûgo kirin û di debarê gefan û qonaxên paşerojê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha tekez li ser girîngî û pêwîstiya berdewamiya diyaloga di navbera aliyan û parastina aramiya siyasî li welat û pêkanîna hikûmetek kirin ku bikarê rûbirûyê kêşe û gefan bibê û bersîvderê daxwaziyên welatiyan li xizmetguzarî û jiyaneke baştir bê.

Piştî civînê birêzan Nêçîrvan Barzanî, Mihemed Elhelbûsî û Xemîs Elxencer serdana Gora Îmamê Elî ya li Necefê kirin.

Back to top button