PolîtîkRojev

Li Iraqê çavê hemûyan li Serok Barzanî ye.

Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî dibêje, îro li Iraqê çavê hemû aliyan li Serok Barzanî ye û kilîla çareserkirina pirsgirêkên Iraqê di destê wî de ye. Herwiha dibêje, Nêçîrvan Barzanî bi nûneratiya Serok Barzanî çûye Necefê ji bo yekxistina nava mala Şîeyan, lê divê em jî lihev bên.

Îro Duşema 31.1.2022, li Pîrmam di salvegera koça dawî ya Idrîs Barzanî de, Fazil Mîranî gotarek pêşkêş kir û amaje bi rola Serok Barzanî kir di yekxistina aliyên Iraqê de û ragihand: “Îro dîsa çavê hemûyan li Serok Mesûd Barzanî ye. Niha divê ew li Iraqê deriyan veke. Iraq aram û seqamgîr be ji bo me baş e.”

Fazil Mîranî behsa serdana Nêçîrvan Barzanî bo Necef û civîna wî ligel Rêberê Rewta Sedir Muqteda Sedir kir û got: “Nêçîrvan Barzanî bi nûneratiya Serok Barzanî çûye Necef, inşallah bi selametî û serkeftî vegere. Ji bo çareserkirina pirsa navmala Şîeyan. Em ne ligel cudabûna birayên xwe yên Sunne û Şîe ne. Me Sunne lihevanîn, lê baş e ku em jî lihev werin.”

Mîranî wiha got: “Eger pirsa Şîeyan çareser bû, karekî pir baş e. Lê eger ev hewl biser neket, dê Şîe zanibin ku Serok Barzanî hemû hewlên xwe ji bo çareseriyê da û Nêçîrvan Barzanî şand cem Muqteda Sedir.

Back to top button