Civak

Li navçeya Xelat a Bilîsê bi hêza 4,1 erdhejek pêk hat.

Li Xelata Bilîsê bi lerza 4,1ê erdhejek pêk hat. Ev erdheja çaremîn e ku ji 10ê Mijdara 2022an vir ve bi mezinahiya 4 û jortir li bajêr hatiye tomarkirin.

Rasatxaneya Kandîlliyê mezinahiya erdhejê di demjimêr 02.57an de wek 4.1 eşkere kir. Kûrahiya erdhejê 5,0 km hatiye tesbît kirin.

Li gorî agahdariyên Rasatxaneya Kandîlliyê ji 10ê Mijdarê vir ve li Ahlata Bedlîsê 4 erdhejên bi pileya 4 û jor pêk hatin.

Li navçeya ku di navbera van tarîxan de gelek erdhejên mezin û biçûk lê qewimîn, di 10ê Mijdarê de 4,4 û 4,0, di 13ê Mijdarê de 4,1 û di vê şevê de herî dawî jî 4,1 pêk hat.

Back to top button