Îro çarşem 26.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Fransuwa Gîro Birêveberê Giştî yê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Fransa û şanda li gel kir.
Li vê hevdîtinê de Birêveberê Giştî yê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Fransa ji bo pêşwazî û rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û li destpêka axaftina xwe de balkişand li ser pêvajoya ne başa emnî û siyasiya Iraqê kir û her wiha gumanê xwe jî li çalaknebûna bingehên fedralîzm û karê Parlementerî û lawaziya saziyên qezayiyên Iraqê û her wiha kûrtirbûna kêşeyan li nav pêkhatên Iraqê da nîşanda. Jan Fransuwa Gîro hêviya wê yekê xwest ku hilbijartina pêş ya Encûmena Nûnerên Iraqê dergehek ji bo çareserkirina kêşeyan veke. Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa jî balkişand li ser wê yekê ku hilgirê peyama dostayetiya Fransaye ji bo gelê Kurdistanê û pêşketina Kurdistanê jî li nav wê jîngeha pir kêşeya Iraqê û navçeyê bi balkêş û girîng da zanîn.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û di derbarê pêvajoya emnî û qeyrana siyasiya Iraqê û her wiha kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çavkaniya kêşeyan binpêkirina destûr û dorpêçkirina desthilate. Encama wê jî ewe bûye ku Iraq ji manaya dewletbûnê dûr bikevê û xizmetguzarî û asayîş û jiyana damezraweyî ji bo welat neyê dabîn kirin. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de hêviya wê yekê xwest ku li rêya pabendbûna aliyan bi destûr û hilbijartina pêş ya Encûmena Nûnerên Iraqê rêyek ji bo çareseriya giriftên Iraqê peyda bike.
Pêvajoya siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî ya Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.