Cîhan
Li Moskovayê Nêçîrvan Barzanî û Vladimir Putin dê bicivin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 08.05.2018ê ber bi Moskovaya payetxta Rûsya Federal bi rê ket û dê beşdariyê di şahiya 73 saliya serketina Cenga mezina niştimanî (Cenga Cîhanê ya Duyem) de bike.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêya Îgor Sîçne serokê cîbicîkar yê Kompaniya Rosneft ji aliyê ofîsa Vladimir Putin Serokê Rûsya Federal ve hatiye vexwandin.Nêçîrvan Barzanî dê roja 9ê gulanê beşdariyê di çalakiyên merasima 73 saliya bidawîhatina Cenga Cîhanî ya Duyem de bike û di vê serdana xwe de dê digel Vladimir Putîn Serokê Rûsyayê û hijmareke mezine berpirsên Rûsya Federal bicive.Di Cenga Cîhanî ya Duyem de Rûsya xwe bi serkeftî dizane û her sal bi vê minasibetê şahî û merasima saz dike.