Civak
Li mala xwe bimîne Diyarbekir!
Serdêra rojnameyên bajarê Diyarbekirê ji ber zêdetir belavnebûna şewba Koronayê bi awayeke giştî bi serdêra (Li mala xwe bimîne Diyarbekir) derketin.
Rojnameyên herêmî yên bajarê Diyarbekirê ji bo ku bala xwendevan û welatiyan rabikêşin li ser şewba Korona Kovid-19, bi awayeke giştî hemû rojname bi serdêra Li mala xwe bimîne Diyarbekir derçûn.
Osman Başegmez Birêvebirê Leqa Diyarbekir ya Saziya Daxuyanî û Ragihandinê da zanîn ku pêwîst bû li rojên wiha girîng de, bala xelkê rabikêşîn li ser metirsiya vê şewba Korona û ji bo xwe parastina zarok û ser û malên wan û hezkirên wan, me xwest li vê qonaxê de hemû li mala xwe bimînin û dernekevin derve.