Cîhan

Amerîka vîze dide hemû karmendên tendirustiyên cîhanê

Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ragihand ji bo hemû karmendên kerta tendirustiyê ya cîhanê amadehî û karhêsanî kirina dayîna vîzeyê dike bo ku bêne ‌nav axa welatê wan, Eve jî ji ber zêdetir belavnebûna şewba Koronaye ku li welatî bi awayeke zêdebûye û hejmara tûşbûyên wan li ‌pêş welatên Çîn û Îtalya ketiye.

Ji bo çavdêrî kirina tûşbûyên Korona li Amerîka, Washington karhêsaniyê dike ji bo wan hemû pizîşkên ‌biyaniyên ku dixwazin serdana Amerîka bikin vîze bide.

Ji bo vê mebestê jî daxwaz ji ‌karmendên kerta tendirustiyê li hemû cîhanê dike serdana nêzîktirîn Konsolxaneyê an jî Balyozxaneya Amerîka li welatê wan bikin ji bo bi cîhkirina rêkarên wergirtina vîze û serdanîkirina Amerîka li nêzîktirîn dem da.

Back to top button