Polîtîk

Li Kurdistanê û Iraqê teror her metirsiye

Derbarê rûbirûbûna bi terorîstên li Hencîrê de ku endamekî asayîşê têde şehîd bû û yê din jî birîndar bibû de, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî ev yek şermezar kir û got: Heta niha li Kurdistan û Êraqê terorîst her metirsiye, lê heta dawî li terorîstan tê hêzên me wê di hewlên parastinê de berdewam bin.

Di daxuyaniyeke de cîgirê serokê hukumetê Qubad Talebanî ragihand: Mixabin di pevçûneke bi terorîstan re li Qerehenjîrê endameke hêzên asayîşê şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Tevî ku di salên borî de û bi saya hişyarî û hewlên berdewam yên hêzên asayîşê û hemû dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê, me karîbû aramiya Herêma Kurdistanê li ser astek baş biparêzin, lê metirsiyeke cidî ye bo ser Kurdistan û Êraqê. Em hemûyan dilniya dikin ku hêzên me wê parêzvan bin heta dawî li terorê tê.

Sersaxiyê ji malbat û xwediyên şehîd Ciwamêr Reşîd re dixwazim û ji Xwedayê, dilovaniya Xwedê li şehîd be û ji bo birîndar jî cansaxiyê dixwazim.

Back to top button