Li Kurdistanê şewata çileyê destpêkir
Di çend rojên dawiyê de li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li bajarên herêma Serhedê bê navber berf dibarin. Ji ber zêdebarînê berfê têkîliyên gelek gûnd û navçeyan bi bajaran ve qût bûye.
Li Colemergê ji ber berfê têkîliyên di navbera 25 gund û 36 gomeyan bi navendê bajarê ve qût bûye. Herwiha li Erzirom, Çewlik, Qers,Gever, Bedlîs,Agirî û Wanê têkîliyên bisedan gund bi navçeyan ve qût bûye.
Hate diyar kirin ku li Erziromê ji ber sermahiyê xelk nikarin karûbarên xwe yên rojane bikin her wiha li Erziromê bi şevan sermahî dikeve di bin sifirê 25 dereceyê.
Ji ber zêdebarîna berfê li Erziromê stûriya berfê li nava bajarê 10 û li cihên berz 30, li Colemergê 25, li Geverê 40, li Agiriyê 25, li Bedlîsê 20 cm bû.
Ekîbên berfkuj digel makineyên giran xebatên xwe bê navber didomînin lê ji ber barîna berf xebatê wan gelek car di nîvê de dimîne.
Hate ragihandin ku ji ber zêdebarîna berfê li Geverê 20 gund,li Colemergê 25, li Wanê jî rêyên 30 gundan hatin girtin