Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dibistana Navendî ya Têkel ya gundê Korî yê Hewlêrê vekir û li wê dibistanê zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2023 – 2024an lêda.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê gotarek pêşkêş kir û tê de destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê li xwendekar û mamosteyan pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.
Herwiha got: “Xweşhal im ku me îro ev dibistana nû veir ku bi awayekî serdemyane hatiye vekirin. Berî du salan dema ku lehî li gundê Korî rabû û em hatin serdana wê bikin û ziyanan binirxînin, wê demê gencek hate cem min û daxwaza avakirina dibistanekê ji me kir. Me jî bi hevkariya sektora taybet, Grûpa Qeywan ev dibistan ava kir. Em spasiya wan dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ji bo me perwerde û xwendin, sîma pêşeroja welatê me pêşan didin, ji ber wê em giringiyeke mezin bi perwerde, xwendin û nifşên nû yên Kurdistanê didin. Xwendekar ne tenê li dibistanan fêrî xwendinê dibin, lê perwerde jî dibin. Em dixwazin xwendin û perwerde bi baştirîn awa bipêş bikeve, ji bo xwendekar jî bi behreyên xwe ji bo pêşxistina Kurdistanê bikar bînin, ji welatê xwe hez bikin û jîngeha wê biparêzin û qedir û qêmeta Pêşmergeyên ku ev Kurdistan ava kirina bizanin.”
Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îsal zêdetir ji 1.7 milyon xwendekar beşdarî proseya perwerdehiyê dibin. Di nav wan de 1500 xwendekarên nû hatine tomarkirin.
Li gorî agahiyan, xerciya sektora perwerdeyê ya salane du trilyon dînar e û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê xerckirin.