Li Kurdistanê qonaxekî nû ya çandinê destpêdike
Îro sêşem 14.04.2020 civîneke taybet bi kerta çandinê li rêya vîdeo konferans ve bi serpereştiya Bêgerd Talebanî Wezîra Çandin û Çavkaniyên Avê û Dr Umêd Sebah Serokê Dîwana Encumena Wezîran birêveçû û hejmarek Birêveberên Giştiyên peywendîdar li Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê û Serokê Navenda Şêwirmendiya Yasayî û Stratejiya Encumena Wezîran amadebûn.
Civîn taybet bû bi danîna stratejiyek ji bo kerta çandinê ya qonaxa niha û paşarojê û ji bo bi kirdarî kirina biryarên Encumena Wezîran ku li civîna xwe ya derbasbûyî da li 01/04/2020 biryar dabû ku palpiştiya cotkaran bê kirin û kerta çandinê bibê kerta pêşîneya ji bo bi hêzkirina aboriya Herêma Kurdistanê. Her wiha rexsandina hela kar ji bo wan kesên ku karê xwe li kertên din da ji destdane û henga avêtina berev dabînkirina asayîşa xorek li Herêma Kurdistanê.
Li civînê de çendîn biryar hatin dayîn ku li gel çend pêşniyarekî guncaw xistin rû bo ku bi kirdarî çandin li ewlewiyet da bê. Ew jî amadekirina stratejiya kerta çandinê, bo ku li Encumena Wezîran de biryar li ser bê dayîn û pêşniyara desteyeke bilind bê kirin ku palpişt bê ji bo Wezaretê û kerta çandinê û daxwazî û proje neyên paşxistin, belku li vê desteyê de biryara dawî li ser bê dayîn.
Li gel destpêkirina şoreşekî çandinê û helmeta avadankirina gundan û parastina berhemên cotkaran û çareseriya kêşe û giriftên cotyaran li terxankirina zevî û hejmarkirina kirêyên kehrebe wekî kerta çandinê bêne palpiştî kirin bo ew kargehên li warê pîşesaziya çandinê de kar dikin. Her wiha derbaskirina wan proje yasayên ji aliyê Wezareta Çandinê ve hate amadekirin ku peywendî raste rast bi cotkaran û bazar û peydakirina hela kar ya ji bo derçûyên çandin û veterîneriyê li xwe digrê, salane rêxistina rêwresmê bo rêzgirtina li cotkarên nimûneyî û wan gundên zêdetirîn berhem dixine bazar eve jî ji bo handana cotkaran û gundan bi navê zêdetir kirina berhemên xwemalî û pêşxistina kerta çandinê wekî bingeheke girîngê aboriya Herêma Kurdistanê.