Civak
Li Kurdistanê prosesa serhêjmarê destpêkir
Rêvebirê amara Germyan Elî Salih di vê derbarê de ragihand, ku niha ev prosesa han, li bajarê Kelar, Kifrî û Çemçemal yên girêdayî devera Germyan dihê encamdan.
Elî Salih da xuyakirin, ku dê ev prosesa han 16 rojan berdewam be û dê tê de, tomara hevwelatîyan bihê nûjenkirin, rêjeya hevwelatîyan bihê naskirin, hejmara xanîyan bihê dîyarkirin û hejmara kesên nava xêzanan bihê xuyakirin.
Elî Salih weha jî da nîşandan, ku ew daxwazê ji xelkên vê deverê dikin, ku berê xwe bidin vê prosesê û bi tîmên encamdana vê prosesê re alîkar bin.
Nûçe: PNA – Sîrvan Hesen/Germiyan