Piştî rawestandina pêvajoya perwerdehiyê ji ber vîrusa Koronayê, roja 16.01.20121ê li Herêma Kurdistanê xwendekarên pola 12an, bi cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê, li dibistanan dest bi perwerdehiyê kirin.
Lijneya Bilind a Têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê di 13ê Çileya 2021ê de biryar dabû ku deriyên dibistanan li ber xwendekarên pola 12an werin vekirin û îro perwerdehiya li dibistanan ji bo pola 12an dest pê kir.
Di vê derbarê de rêveberê Perwerdehiya Hewlêrê Beşdar Ebdulxaliq : “Îro me serdana çend dibistanan kir, hemû dibistan rênimayên pêwîst bi cih anîne û xwendekar hatine cudakirin, da ku gelek kêm nêzîkî hev bibin.”