Li Kurdistanê parastina mafê mirovan bû qanûn
Parliyamenta Kurdistanê, du maddeyên din li projeya qanûna desteya serbixwe ya mafên mirov pesendkirin.
Di parlementoya Kurdistanê de, li ser projeya desteya serbixwe ya mafên mirov li Herêma Kurdistanê gengeşe hate kirin. Ev projeya han di dawîya sala par de ji alîyê encûmena wezîran ve hatibû pêşkêşkirin û di parliyamentê de vexwendina yekem bo evî projeyê han hatibû kirin.
Piştre herdu komîteyên qanûnî û mafên mirov li parliementoya Kurdistanê, projeya qanûnê û herwisa reporta xwe ya hevpar vexwandin û piştî evî çendê jî, behs li ser maddeya yekem hat kirin.
Maddeya yekem ji projeya qanûna desteya serbixweya mafên mirov li Herêma Kurdistanê, ji 5 bendan pêkhatibû û di bareya zarav û destewajeyên nava qanûnê de bûn.
Reporta hevpar ya herdu komîteyên qanûnî û mafên mirov pêşniyara evê çendê dikir, ku destpêkek bo maddeya yekem bihêt darêştin û ev maddeya han li gel pêşniyara herdu komîteyên peywendîdar bi piranîya dengan hat pesendkirin.
Herwisa maddeya duyem ji projeya desteya serbixweya mafên mirov li Herêma Kurdistanê di bareya çawanîya damerandin û cihê karê desteya serbixweya mafên mirov li Herêma Kurdistanê de bû.
Maddeya duyem ji sê bendan pêkhatibû û reporta hevpar ya herdu komîteyên peywendîdarên parliyamenta Kurdistanê pêşniyara evê çendê dikir, ku herdu bendên yekem û duyem ji maddeya duyem dubare bihên darêştin û herwisa daxwaz dikir, ku benda sêyem ya di bareya armancên qanûnê de, dubare bihêt darêştin û piştre jî, wek maddeyeke serbixwe bo qanûnê bihêt zêdekirin.
Di dirêjîya rûniştina parliyamentê de, pêşniyarên herdu komîteyên parliyamenta Kurdistanê hatin pesendkirin û benda sêyem ji maddeya duyem jî, wek maddeyeke serbixwe di nava qanênê de hat pesendkirin.