Civak

Li Kurdistanê operasyon û xwepêşandan

Li gelek deverên Kurdistanê bi minasebeta 11 saliya girtina Ocalan xwepêşandan têne kirin. Li gelek deveran jî,  ji bo polis pêşiyê li  xwepêşandanan bigire operasyona dike û gelek berpirsên BDP-ê yên herêmî  binçav dikin. Heta niha nêzikî 70 berpirs û endamên BDP-ê hetine binçav kirin. Ji aliyek din li Şirnex, Cizîrê, Hezex ,Malazgirtê û gelek cihên din xwepêşandan hatin kirin û amadebûna xwepêşandanan  li piraniya bajarên Kurdistanê tê kirin.

Herweha ji berî niha Murat Karayilan bixwe bangî teraftarên PKK-ê kir ku, li hemî deverên Kurdistanê û Tirkiye xwepêşandanan bikin. Duxweyê dê van rojan cardin tevliheviyek li Kurdistanê çêbibe. Bê goman ev bûyerên çêdibin û çêbibin dê bandora xwe li rojeva siyasî ya Tirkiye bike û dixweyê dê rojev cardin tund bibe.

 

Back to top button