Polîtîk

Li Kurdistanê civînek girîng

 Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê, Seyîd Muqteda Sedir û Serokkomarê Iraqê  Celal Talabanî   li bajarê Hewlêra paytexta civiyan.

Li destpêka hevdîtinê de Talebanî ji bo serdana Sedir a dîrokiya Herêma Kurdistanê bi xêrhatineke germ li Seyîd Seyîd Muqteda Sedir kir ku ev serdan li ser vexwendina Serok Barzaniye û daxwaz kir hevdîtinên li gel serkirdeyên siyasiyan bibê faktera pêkhatina destpêkek ji bo vê qeyrana ku niha li welat girtiye û pêvajoya siyasî jî berev pêş bibe.

Her wiha hêviya xwe jî derbirî ku serdana Sedir bibê derfetekî baş ji bo li nêzîk ve agahdarbûna li wan destkeft û pêşketinan ku vî beşê zîndiyê Iraqê ya li hemû warên jiyanê da bi xwe ve dibînê.

Li beşekî dinê hevdîtinê de di derbarê hemû meseleyên taybet bi pêvajoya Iraqê û ji holê rakirina astengan û çareserkirina hemû kêşeyên helawestiyên di navbera kutleyên siyasiyan li çarçêweya destûra Iraq û peymanên berê bi taybetî peymana Hewlêrê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Amadevanên vê civînê bi pêwîstiya danîna bernameyekî nîştimanî ya seranserî dûpatkir ku berjewendiya bilinda gelê Iraqê bixe ser hemû meseleyekî hizbî û hemû taîfe jî bi navê gihandina Iraqekî aram li ser rêk bikevin.

Her wiha li vê civînê de Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr Berhem Ehmed Saleh Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, Mamosta Fexrî Kerîm, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Ednan Muftî û Se’dî Ehmed Pîre Endamên Mekteba Siyasiya YNK jî amade bûn.

Back to top button