Polîtîk

ENKS serdana Emerîka dike

Wezareta Derve ya Emerîkayê ji bo zelalkirina helwesta Kurdên li Sûriyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) vexwendî Emerîkayê kir.

Berpirsê peywendiyên bi Ewropa û Emerîkayê re yê Komîteya Derve ya ENKS, Dr. Ebdilhekîm Beşar, ji Rûdawê re diyar kir ku şanda ENKSê dê 7ê gulanê berê xwe bide Washingtonê û dê di çar rojan de bi berpirsên Wezareta Derve ya Emerîkayê û endamên Kongiresa Emerîkî re bicive. Beşar nekarî piştrast bike bê ewê ligel Wezîra Derve Hîllary Clinton re bicivin an na.

Li ser giringiya vexwendina ji aliyê Emerîkiyan ve Beşar got: “Ev nîşan dide ku pirsa kurdî li Sûriyê pirseke gring e û ku Encûmena Kurdî nûnera gelê kurd li Sûriyê ye.” Siyasetvanê kurd, ku ev demek e li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê dijî, herweha got ku “êdî herkes dizane ku di rûxandina rêjîma Sûriyê de û herweha di pêşeroja Sûriyê de rola Kurdan gelekî giring e.”

Ebdilhekîm Beşar berî demekekê ji bo danûstandina bi berpirsên fransî serdana Fransayê kiribû. Beşar got ku jê re hatiye gotin ku Kurd dê nikaribin berî rûxandina rêjîma Beşar el-Esed tevaya daxwazên xwe bi cî bînin. Beşar got: “Ji me hat xwestin ku em di rûxandina rêjîmê de roleke xurtir bilîzin. Me jî daxwaz kir ku ji niha ve divê peymanek bê imze kirin ku bi zelalî daxwazên gelê kurd tê de bên pejirandin.” Beşar herweha got ku wî ji berpirsên fransî re gotiye ku ger hertişt zelal nebe, “pêşeroja li Sûriyê dê ji rewşa li Iraqê gelekî xerabtir bibe.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji 15 partî, komên ciwanan û hin kesên serbixwe ve pêk tê. Ew di cotmeha 2011ê de li Qamişlo hat damezirandin.

 

Särwan H.Berko-Rudaw

Back to top button