Kultur

Li Kurdistanê 16 zanîngehên taybet hene

Birêveberê Xwendina Taybet‌, li Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, 13 zanîngehên taybet li Herêma Kurdistanê hatine vekirin û Wezaret rizamendî li ser propozelê‌ sê zanîngehên dinê taybet derbiriye.

Dr Cemal Kemal Birêveberê Xwendina Taybet ya li Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihandiye ku dawiya îsal de leqa her dû zanîngehên Amerîkî û Zanîngeha Cîhan li bajarê Dihokê têne vekirin hejmara zanîngehên taybet li Kurdistanê gihîştiye 13 zanîngehan. Her wiha got: “Encumena Wezareta Xwendina Bilind rizamendiyê li ser propozelê sê zanîngehên nû derbiriye û pêşkêşî Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê kiriye”.

Her wiha eve jî xisterû, demsala xwendina derbasbûyî 18 hezar û 64 xwendekar li zanîngehên taybetiyên Herêma Kurdistanê dirêjî bi xwendina xwe dane, piştî wergirtina qonaxa yekema xwendekaran, amara demsala xwendina îsal ya zanîngehên taybetî jî radigihînin.

Back to top button