Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku ji ber siyasetên çewt ên PYDê hejmara Ereban li Rojavayê Kurdistanê ji ya Kurdistan zêdetir kiriye.Di daxuyaniyekê de bo malpera KDP.info, Îbrahîm Biro ragihand: “PYDê destê xwe daye rêjîma Sûriyê û ligel wê rêkeftin kiriye û êdî ew navçeyên ku bi xwîna ciwanîn Kurd azad bûne, dîsa PYDê radestî rêjîmê dike. Li bajarên Qamişlo û Efrînê jî Kurd û siyasetmedarên Kurd di zindanan de ne û îstixbaratên rêjîmê jî bi azadî karê xwe dikin.”Biro wiha got: “Ji ber siyasetên PYDê ên çewt li Rojavayê Kurdistanê êdî rêjeya Ereban ji ya Kurdan zêdetir bûye, ku Ereb ji navçeyên Sûriyên tên û li Rojava bicîh dibin û xanî û dikanan dikirin û bi vê yekê jî demografiya Rojava tê guhertin. Berê hejmara Kurdan li Efrînê % 95 bû û ji xwe Ereb li Kobanê nebûn, lê niha li Efrîn û Kobanê û Girkê Legê hejmara Ereban zêdetir bûye û hejmara wan hêj jî zêdetir dibe.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: