CîhanPolîtîk

Barzani: Tu hêviya me iraqê re nemaye

Naveroka hevdîtina serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiyeyê hate eşkerekirin. Barzani di hevdîtinê de gotiye ku, tu baweriya kurda li Bexdayê nemaye.Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Tirkiye silavên Serok Komar û Serok Wezîrên welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser rola girînga Pêşmerge li têkşikandina Da’îş de pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan de li Serok Barzanî kir û li axaftina xwe de behsa wê dostayetî û peywendiya baş kir ku li navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da heye û di derbarê pirsa referandûmê de tekez li wê yekê kir ku welatê wan bawerî bi mafên gelê Kurdistanê heye û ji êş û azarên wan têdigihe, lê belê wiha dizane ku referandûm li vê demê da dibe ku kêşe lê bikevê û aramiya navçeyê biguhere û nîgeraniyên Tirkiye li vî derbarî de bi Serok Barzanî gihand û eve jî xisterû ku welatê wan amadeye beşdar bê li hewla navdewletiya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda.Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok Komar û Serok Wezîrên Tirkiye kir û her wiha pêzanînên xwe ji bo hevkarî û yarmetîdana Tirkiyê ya ji bo Pêşmerge li şerê dijî Da’îş de hebû.Di derbarê pirsa referandûmê de Serok Barzanî li guftûgoyekî eşkere de wan sedeman şîrove kir ku wiha li gelê Kurdistanê kirine biryara referandûmê û hengavên ji bo serbixweyî yê bavêje. Serok Barzanî ronahî xiste li ser dîroka pir bi êşa gelê Kurdistanê ya li gel dewleta Iraqê û wê yekê dûpat kir ku ji bilî hebûna zulm û enfal û jenosaydan gelê Kurdistanê biryar da rûpeleke nû veke û piştî 2003 hemû hewla xwe da ku Iraqekî nû li ser bingeha şeraket û destûr û tewafuqê de dabimezrê lê belê şeraket û destûr û tewafuq hate binpêkirin û cara dawî gelê Kurdistanê ji dewleta Iraqê bê hêvî bûye û naxwaze bi tu awayekî ezmûnên tehlên derbasbûyî dûbare bike û gelê Kurdistanê jî berpirs nebûye ji wê rewşa niha hatiye holê belku siyaset û şaşiyên Hikûmetên Iraqê bûne sedem.Serok Barzanî ragihand ku biryara gelê Kurdistanê mafekî demokratî û aştiyane û sirûştiye û sedemek dibê ji bo rêgirtina ne aramî û şerê û ji bo wê yekê divê ku madem şeraket şikest anî dikarîn wekî dû cîranên baş li gel hevdû da bijîn. Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku ezmûna salên derbasbûyî pîşan daye ku Kurdistan fakterê aramî û aştiye li navçeyê de û ji bo gelê Kurdistanê jî girînge.Her li vê civînê de her dû alî biryarê dan ku li peywendî û şêwirînên berdewam da bin. 

Back to top button