Polîtîk

Li Îtaliyayê ceopêolîtîka Kurdistanê di semînarekê de

Di berdewamiya serdana xwe de bo Îtaliyayê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê beşdarî di semînarekê de ku, ji aliyê komeleya îtaliyayî bo karûbarên rêxistinên navdewletî a ser bi wezareta derve ya Îtaliyayê ve hatibû amade kirin, kir. Semînar li jêr navê (Ceopolîtîka herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn) bû û têde  zêdetir ji 150 kesatî ji akademîk, lêkoler, rojnamevan, diplomatkar û mamosteyên zanîngeha amade bûn.

Di destpêka semînarê de, Franko Fratînî serokê wê komeleyê bi kurtî behsa herêma Kurdistanê, dîroka kurdan û ew karesat û malwêraniyan li ser destê rijêmên dikatatoriyên yek li pey ya din yên Îraqê bi ser gelê Kurd de hatine, rewşa herêma Kurdistanê a nuha û ew pêşkeftinên di warên siyasî, aborî, diplomasî û civakê de li wê herêmê piştî sala 2003ê bidest ve hatine kir.

Pişt re prefesor Elêsandiro Polîtî şarezayê ceopolîtîka Rojhilata Navîn di axaftina xwe de behsa dîroka dirustbûna dewleta Îraqê ji aliyên dewletên zilhêz ve, şerên welatên herêmî li ser wê deverê û guherîna ceopolîtîka Rojhilata Navîn û derkeftina herêma Kurdistanê weke lîstekvanek sereke di deverê de kir.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di semînarê de axaftinek kir û bi hûrgilî behsa dîroka gelê Kurdistanê, ew zilma li kurdan hatiye kirin û parçekirina Kurdistanê bi ser 4 parçeyan de kir.

Misetfa got ku, bindestkirina gelê kurd, kîmiyabaran, enfalkirin û wêrankirina bi hezaran gundên Kurdistanê li ber çavên civaka navdewletî ji aliyê rijêmên Îraqê ve dihat kirin û civaka navdewletî jî li hember wan karesatên hîngê bi ser gelê kurd dihatin bêdeng bû. Lê gelê kurd qed bê hêvî nebû li ser xebat û tekoşîna xwe bedewam bû heta gihiştiye roja îro.

Sala 1991ê serhildana gelê kurd li başûrê Kurdistanê dest pê kir û Fransa, Berîtaniya, Amerîka û hevpeymanên wan devera dijefirînê îlan kir  daku,  kurd li herêma Kurdistanê bên parastin ji êrîşên rijêma Îraqê a wê demê.  Ew biryar gelek di xêra kurdan de bû û di sala 1992ê de hilbijartinên azad bo parlamentoya Kurdistanê hatin kirin û hikûmera herêma Kurdistanê hat ava kirin, û ”me karî em bibin herêmeke Defakto li Rojhilata Navîn.

 Mistefa behsa pirosesa azadkirina Îraqê ji aliyê hêzên hevpeyman ve bi serokatiya Amerîkayê kir û got ku, gelê kurd hêza êkane ya mixalifeta Îraqê bû beşdarî di pirosesa azadkirina Îraqê de kir û di wê rê de gelek qurbanî jî dan. Serok Barzanî û Talebanî roleke mezin di binyatdanan Îraqa nû de li ser esasê demokrasî û federaliyê de ku, hemû pêkhatên cudayên Îraqê tê de beşdar bin û mafên wan misoger bin, hebû.

 Berprisê têkeliyên derve di beşek din ji peyva xwe behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê di warê siyasî, aborî, kulturî, diplomasî û civakî de kir. Têkeliyên herêma Kurdistanê digel civaka navdewletî û bi xêra wê siyaseta rast a serokatiya siyasiya Kurdistanê li ser diçe herêma Kurdistanê bûye herêmek aram û bi îstîqrar li  Rojhilata Navîn de. Herêma Kurdistanê ekterek serekî li ser nexşeya enerjiya cîhanê ye.

Rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser emniyet û infrastruktura herêma Kurdistanê, rewşa penaberên surî li herêma Kurdistanê, hevkariya hikûmeta Kurdistanê bo penaberên Rojava ku, jimra wan ji 250 hezar kesan derbas kiriye,  beşek din ji axaftina Felah Mistefa bûn û got ku, êkane çareserî bo kirîza Suriyeyê çareseriya bi aşitî ye  û divê hemû ew aliyên tesîr li ser pirsa Suriyeyê heye divê beşdariyê di konferensa canever 2 de bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Mistefa, behsa pirsa aşitiyê liu Tirkiyeyê û peywendiyên herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re kir.                                                        

 

 

Back to top button