CîhanRojev

Li Iraqê xwepêşandan berdewamin

Li bajarê Nasiriye yê li başûrê Iraqê, 3 xwepêşanderên din hatin kuştin û hejmara xwepêşanderên ku di van çend rojan de hatine kuştin, gihişte 5 kesan.

Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê di daxuyaniyekê de li ser jirêderketina rewşa parêzgeha Zîqarê hişyarî da û tevî nîşandana nîgeraniya xwe li ser alozî û xwepêşandanên li wê parêzgehê, ragihand ku di xwepêşandanên îro de, ji bilî kuştina 3 kesan, 147 kes jî birîndar bûn, ku rewşa tendirustiya beşek ji wan, nebaş e.

Li gor medyaya Iraqê jî, aloziyên îro piştî wê yekê hat ku xwepêşanderan êrîşî avahiya parêzgehê kirin û daxwaza îstîfaya parêzgar û rêveberiya xwecihî ya parêzgehê dikirin, piştre agir berdane avahiya parêzgehê û alozî û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de rûdaye.

Li bajarê Nasiriye yê navenda parêzgeha Zîqar, bûyek hefteyek xwepêşandan dest pê kirine û bi awayekî berdewam alozî û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de diqewimin. Berî niha 2 kes û îro jî 3 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin.

Back to top button