CîhanRojev

Li Iraqê qedexekirina derketina derve hat ragihandin

Komîteya Bilind a Tendirustî û Selametiya Niştimanî ya Iraqê qedexeya çûnûhatinê ji demjimêr 8:00 êvarê û heta 5:00 sibê ragihand.

Ji ber bilindbûna rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê, li Iraqê rêkarên xweparêziyê hatin tundkirin.

Komîteya Bilind a Tendirustî û Selametiya Niştimanî ya Iraqê ragihand, çûnûhatin ji demjimêr 8:00 êvarê û heta 5:00 sibê qedexe ye. Ev biryar jî ji roja Pêncşema bê ve dikeve ware cibicîkirinê.

Li gor biryarê, Qedexeya derketina derve, sektora tenduristiyê, hêzên ewlekariyê, fermangehên xizmetguzariyê û firoşkaran sewze û fêkiyan li xwe nagire.

Pêştir jî, Wezareta Tendirustiyê hişyarî ji belavbûna pêla duyem a Koronayê dabû û tekez kiribû, rewşa pandemiyê di asteke metirsîdar de ye û divê rêkarên xweparêziyê bêne tundkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye, amarên rojên borî nîşan didin ku pêla duyem a Koronayê ji pêla yekem tundtir dibe.

Daxuyaniyê diyar kir, heger hejmara pêketiyan zêde bibe, neçar dibin ku ji ber selametiya welatiyan, qedexeya çûnûhatinê ya giştî bê ragihandin.

Back to top button