Polîtîk

Li Iraqê hikûmeta nû ava dibe, vê êvarê parlamento dicive

 

Li Iraqê di derbarê avakirina Hikumetekî nû de  nezîkî 8 mehan qeyranên siyasî berdewam bû lê piştî Civînên  Serokên Iraqê pirsgirêka avakarina Hikûmeta Nû jî çareser bû.

Serokên partiyên siyasî û serokên grûban ji bo dawîkirina qeyrana siyasiyê li paytaxta herêma Kurdistan Hewlêrê civiyan û dû re jî ew 2 rojên dawiyê li Baxdayê civînên ji bo avakirinê Hikûmeta nû lihevkirin. Alîgirên siyasî li ser hikûmetê nû ji bo Celal Talabanî re Serokatiyê Dewletê, ji bo Serokê Dewleta Hiquqê Nurî Malîkî re Serweziriyê Iraqê û ji bo Serokê Lîsteya El-Iraqiye Iyad Allawî re jî Serokatiya Konseya Siyasiyê Stratejîk li hev kirin.

Ji bo Serokatiya Perlamentoya Iraqê jî, ji Grûba El-Iraqiyê li ser navekî li hev kirin. Her wiha di dema dîdaran de biryara li ser avakirina Şandeyek Bilind ya nû re jî hate lihevkirin.

Îro êvarê saet 18:00 li gorê dema bexdayê parlamentoya Îraqê dicive û her sê serokatiya destnîşan dien; Talebanî serokomar. Nurî Malikî serokwezîr û Osma Nûcîfî, ji lîseta Îraqiye serokê parlamentoyê.

Back to top button