PolîtîkRojev

Li Iraqê hikûmet heye lê dewlet tune ye

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê , Fazil Mîranî li ser rewşa siyasî ya Iraqê ragihand, pêwîstiya Iraqê bi dewletekê heye ku bi îradeya xwe damezrînin û ji takrewiya partî û mezhebî û fikra şovenîzmê dûr be.

Fazil Mîranî ji Kurdistan24ê re ragihand, zehmet e pêşbînî were kirin ku dê çi rûbide û got: “Li Iraqê hikûmet heye, lê belê dewlet tune ye, divê dewletekê bi îradeya xelkê Iraqê were damezrandin û ji takrewiya partî û mezhebî û birêvebirina bi fikra şovenîzmê dûr be, wê demê Iraq dê seqamgîriyê di xwe de bibîne.”

Li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê redkirina hilweşandina Parlamentoya Iraqê de, Fazil Mîranî diyar kir: “Li gor nêrîna min, di bigehê de desthilata Dadgeha Federal tune ku kêşeya parlamentoyê çareser bike, divê li gor destûrê parlamento bi xwe kêşeyên xwe çareser bike.”

Mîranî derbarê mijara pêkanîna hikûmetê ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve, got: “Ev pêngav bêyî rêkeftina bi Tevgera Sedir, karekî zehmet e, tenê valakirina qadê bi awayekî temam ji aliyê Tevgera Sedir ve di berjewendiya Çarçoveya Hevahengiyê de ye.”

Fazil Mîranî şêwaza qebûkirina destjikarkişandina parlamenterên Tevgera Sedir weke neyasayî bi nav kir, ku kesek bi navê hemûyan îmze li ser îstîfaya hemû parlamenteran pêşkêş bike.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî li ser pêwendiya PDK û Çarçoveya Hevahengiyê ragihand: “Nakokiya me ligel ti aliyekî tune ye, lê belê em rastiyê dixwînin, em ku me ligel Sedir hevpeymanî pêk anî, nayê wateya wê yekê ku em li dijî ewên din in, lê belê aliyekî wan dixwest rewşê bixin stûyê Şîeyan.

Back to top button