CîhanRojev

Rêveberek payebilind ê DAÎŞê li Tirkiye hate girtin

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan da xûyakirin ku,rêveberê payebilind ê DAIŞê hat girtin. Erdogan got: ji rêvebirên payebilind ên DAIŞê Beşar Hattab Gazal El Sumaidai li Tirkiyeyê hatiye binçavkirin.

Erdogan diyar kir ku piştî kuştina serkirdeyên DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û Ebdullah Kardaş, El Sumedî yek ji rêveberên payebilind ên rêxistinê bû û got: 

“Di raporên navneteweyî û Rapora Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de jî agahî hat dayîn ku ev terorîst yek ji rêvebirên payebilind ên DEAŞa rêxistina terorê ye. Di jêpirsîna wî de, îfadeyên wî bi xwe jî hene ku ew di nav rêxistinê de, bi navê Wezareta Perwerdehiyê û Wezareta Dadê bûye kadî. Têkiliyên vî terorîstî li Sûriye û Stenbolê demeke dirêj dihat şopandin û agahiyên îstixbaratê hatin bidestxistin ku dê bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibe. Û ev terorîst bi operasyona serkeftî ya Îstixbarata Ewlekariyê, MÎT û Polîsên Stenbolê hat girtin. Yekîneyên ewlehiyê yên Stenbolê diyar kirin ku terorîst nasnameyeke sexte bi kar aniye.

Back to top button